di roja rojnamevanên de, li gel rojnamevanên kurd ên ku sed sal ceza li wan hatine birrîn, li tirkiyeyê çapemeniya rexnegir û dijberê pergalê hê jî di bin çevs û fîþara dewletê de ye, û hê jî bi sedan rojnamevan di girtîgehan de girtî ne.
komeleya nivîskarên kurd, di her rewþê û her mercê de reftarê azadiya derbirînê ye, alîgîr û piþtgîrê xwevegotina bêsînor e.
eyan e; tirkiyeyê ji hêla mafê mirovan ve li gorî salên bihurî ne di asta ku civata tirkiyeyê dixwest û daxwaz dikir de ye.
bi baweriya me, bi qasî kurdan û belkî zêdetir, pêdiviya kom,kêmar û baweriyên ayîn-cuda bi pêngav û rêlibervekirina demokratîkbûna tirkiyeyê, û makekanûneke demokratîk heye.
di vê pêvgirêdanê de; baweriya me ew e, ku çareserkirina pirsa kurd; pêngav, rêvekerî û rêlibervekirina herî watedar e di prosesa demoratikbûna tirkiyeyê de.
ji vê baweriya xwe, em bangî rayedar û rêvebêren dewletê dikin, ku di kata herî nêzîk de rojnamevan girtî û girtiyên ji ber baweriya siyasî û bîrdozî di zîndanan de ne, berdin!
10.01.2011
komeleya nivîskarên kurd
desteya rêver
Navnîþan:Gevran cad. 1. Akkoyunlu sok.kupik 9 apt kat:1 no:2
Ofis /Diyarbakýr