Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Ez niha bi elboma xwe ya nû ve mijûlim

 


 Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

Kerîm Þêxo kî ye?

Di sala 1981 li Qamiþlo jidayik bûye. Ji sala 1995 ve karê hunerî dike û ta aniha 3 berhemên wî hene.
1- Her buhar 2003. 2- Cenga jînê 2005. 3- Mam bi tenê 2007.
Ji 2010 ve li Elmanya dijî. Bi jine û xwedan 2 zaroke Helez û Aryan.


Kekê Kerîm, piþtî min li gelek stranên te guhdarkir û ev dengê xweþ ku bi peyv û awaza xwe re dibe yek û mirov di nava xwe de dike gerok; di nava sirûþta welat de, di nava evîn û hezkirina welat de digerînê, ev pirs hate bîra min; çima ev deng di nava sînorekî teng de maye? Egerên ku ev deng heta niha derneketiye ser ekranên Tvyan çi ye?

Weke ku te gotî, evaya karê ekranan e, ne karê min e. Ê min ez bi xwe erkê xwe weke dengbêj pêktînim, lê pirsa ku çima ez ji weþan û alavên ragihandinê dûr im, ne ji min tê kirin, lê belê ji dezgeh û navendên ragihandinê mîna TV, radiyo . . t.d.
Helbet dîsan jî spas ji bo vê pirsa we û pesindana te ji dengê min re.

Li gorî Kerîm Þêxo huner çi ye, jan û xweþiya huner di kû de ye?

Huner li cem min hilma ku ez distînim , rengên ku ez dibînim, dengên ku ez guhdar dikim, razan, rabûna min e, danûstandina min bi hest û ihsas re ye. .
Jana hunerê di xemgîniya wan deng û rengan de ye, û xweþiya hunerê di ken û kêfxweþiya mirovan de ye, di lihevkirina wan de ye ji hev re, di hezkirina wan de ye. Çi dîmenek hebe hunerek tê de heye. Ez ji dîmenên kêfxweþ hez dikim.

Kerîm Þêx di nava hunermendan de xwe çawa dibînê, gelo qet di mejiyê were derbas bûye ku nemafî li te hatiye kirin, yan tu di jiyana xwe ya hunerî de poþman bûyî?

Mesela ku ez di jiyana xwe ya hunerî de poþman bûme, ez dibêjim na, lê ya ku nemafî li min hatibe kirin, ez dibêjim Belê. Helbet hun jî dizanin ku rewþa min rewþa tevaya dengbêjên kurdan e, mafê çapkirin û belavkirinê li cîhên ku em li wan dijîn; sûriyê, îranê û turkiyê, tuneye. Hinek dezgeh henin berhemên me bêyî destûra me çap dikin û belav dikin û qezenckirina diravî ji xwe re dibin. Li aliyê din jî ji ber ku dîsan maf tuneye, stranên me jî têne wergerandin jiboyî zimanine dinê mîna erebî, û û. . Yenî têne dizîn. Di vir de ez dikarim bêjim ku ev rewþ gelemperî ye, bi serê tevaya rewþenbîrên kurdan tê, çi nivîskar, çi dengbêj, çi helbetsvan..
Hêviyek me heye ew e ku herêma Kurdistanê mafê çapkirin û belavkirinê hinekî ciddîtir bistîne, daku em CD yên xwe li wir qeyd bikin, û sûdê bighînin fabrîkên xwe. .

Berî demekê (wek ez dizanim) we jî berê xwe da welatê xerîbiyê. Gelo, egerê vê derketina we çibû?

Li welatekî ku em tê de qedexe bin, ne bawerim ku wê rojekê ji rojan azadî ji me re li ber destê me bete raxistin. Mîna min mîna sed-hezarên xuþk û birayên min em bê nasname bûn. Gelek daxwazname û vexwendin ji min re ji bo dana konêsrtan li derveyî sûriyê ji seranserî cîhanê dihatin, lê min nekarîbû ji sûryê derkevim. Bi ser halan de lêpirsînên muxaberatan serê me gêj kiribûn, û þev û þahiyên me di hundir de jî qedexe dikirin.. Divabû ku ez bi erebî bistirêm, belê ezê bi erebî bistirêm lê tenê gava ku ez bixwazim, ne ku yek min bi darê zorê bide bi strandin. Li oropa ez hîna xwedî wî prinsîbî me, prinsîbê Qamiþloyê. . Ezê zaroyên xwe bidim bi xwendina mûzîkê, û karê xwe yê hunerî berdewam bikim.

Ev rewþa nû, anko welatê Elmaniya, warê biyaniyê yê bandoreke çawa li hunera Kerîm Þêxo bike?

Tevlî ku em li elmaniya dijîn jî dîsan jî em êþan dikþînin. Nebûna mûzîkvanên kurd li oropa pirsa herî mezin e li pêþiya hunermendan. Di hêla teknîk de elmaniya welatekî pir pêþketî ye, cîhazên wê baþ in, û stdyoyên wê jî pir paqij in, lê ji bo peydakirina tembûrvanekî baþ em dikarin bi 100ê kîlomitran bajon bajarine din..
Bandora biyaniyê li gotinan jî dibe

Niha kekê Kerîm bi çive mijûle wek huner, kar û xebatên we yên dawî?

Ez niha bi elboma xwe ya nû ve mijûlim ya 4, nizanim wê kengî bi dawî bê, hêvîdarim bi dilê we û yê guhdarvanan be. .


www.rojnamawar.com

2011/jimara 308/rûpela 10

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark