Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Dîrok: Gnndê Hemzebegê Hatiye bi nav kirin li ser navê Hemzebegê şikakî

 

   Luqman Silêman

Gundê Hemzebegê li herêma Dêrikê li başûrî çiyayê Qereçûx pêşberî dara keçika kezî dikevê. Ev, çiya negelek ji rûyê zimînê bilinde û ne, gelek dirêje, ji hêla roj hilat ve, ji kaniya dirêj dest pêdikê ta di gihê Omer tewîl. Dinav bera gundê xana li,ser rê û gundê mêrga Mîra de. Gund bi navê Hemzebegê Şikakî hatiye bi, nav kirin lê Hemzebegê şikakî kengî li vî Gundî daniye û kengî jê barkiriye kes ji Gundiya vê, yekê nizanê


tenê şûna  konê Hemzebegê şikakî hîn li serê girê Hemzebegê xwiyadikê. Gundê li der dora Hemzebegê evin. Li hêla roj hilat, jêre dibêjin malê Newaf ew, gund yê kurê Nayfê koçere û li başûrî malê Newaf jêre dibêjin gundê teya, li başûrê vî gundî tilxenzîrê piçûk û yê mezin hene.Li hêla roj gundek heye binavê besta sûs. Li, hêla roj hilat û roj ava gundê Nayfe ew, li, quntara çiyê dikevê di dema berêde Hemzebeg û ew, gundê wê, derdorê hemî yê, Nayfbûn. Nayf mezinê êla koçera ye.Girê Hemzebegê nêzîkî dused mitra dirêje, ji,pêşiya gund ve û bi bakurve  diçê, ji rexê gund ve,serîke, lê ji, rexê başûr ve dibê duserî, û herdû serî newek hevin,seriyê hêla roj ava bilindtire ji seriyê hêla roj hilat, lewra xelkên Gund miriyê xwe li wir, diveşêrin kirne (mezel),  li başûrî herdû seriya ciyê konê Hemzebegê şikakî hîn xwiyadikê. Dibêjin demek ji dema Nayfê paşê konê xwe biriye li ciyê konê Hemzebegê şikakî daniye. Lê konê Nayîf ne, biqasî konê Hemzebeg bû, dibêjin Nayf ji xulamê xwere gotiye: konê min rakin ez, nebiqasî vî mirovîme ta ku ez, konê xwe li ciyê konê wî deynim.   
Gundê Hemzebegê li cîkî niviz de, hatiye avakirin, di,nîvê gunde wek hêrekî heye û ew, hêr xwiyadikê ku berê ciyê mezelê xwediyê wî gundîbû, ji ber ku hîn gor têde hene, hin ji gundiya dibêjin ev, gund di kûrahiya dîrokê de, misûsanabû  têdebûn (zerdeştî) û ev, gor yê wane lê hinê dî dibêjin na, ev, gund yê Hemzebegê şikakîbû û ne tinê ev, gund lê hin hundê dî bi navê Hemzebegê şikakiye hene. Li kurdistana bakur du gund bi, navê Hemzebeg hene, û yek jî li kurdistana êraqê heye, wek ku tê gotin: Hemzebegê şikakî ew, serokê eşîra şikakaye û di, dema berê de kurd kêm li bajara dirûniştin û sînor wek îor di nava kurdistanê de, nebûn ji lewma Hemzebegê şikakî li gor demê salê li nava kurdistanê digera, jibo sermê û germê  yan jibo çêra sewalê xwe kabê jiboçibû. Ji vê,yekê hin dibêjin çi ciyê ku Hemzebeg  konê xwe lêdaniye ewder maye binavê wî.  
Îro pêncî û nih mal  di Gundê Hemzebegê de  hene û ji wa, çar mal bê nas name ne û  çarsed  û sî û sê  mirovin.
Lê bîst û şeş mala ji Gund barkiriye hin ji wa çûne Şamê û hin çûne Qamişlo û hinjî çûne dêrikê, bê goman ev, tev ji, bo rewşa abûrî kucber bûne û bi deriya ketine, hijmarek ber biçav ji xwendevana di gunde hene.
Li hêla roj hilatî Gundê Hemzebegê, du newal hene herdû newal navê wa, evin besta xedîra.
Newala dî jêre dibêjin newala goza, ew, newal gelek lat û şikêr û tehit têde hene, lê, çima navê wê bûye newala goza ez, nizanim,     ew, newal hinekî ji, Gundê Hemzebegê dûre, ev, herdû newal li hêla roj hilatî gund dikevin. Li başûrî Gund du gir hene yak jê navê wî, Girê Girxerdele, xwiya dikê di demek ji demê dîrokê de, ev, Gir hatiye avakirin ji, ber kû qehfik di, vî, girîde hene û axa wî, wek xirab Gunda ye û Girê Girxerdel hinekî bilinde, di buhara de mirov nikarê herê serê Gir hingî gelaş û sitirî li serê gir û dora gir çê dibin. Girê dî jêre dibêjin, Girê Hesenê Îso lê ev, gir  ne, gelekî ji erdê bilinde lewma îro ew, tê çandin  û terektor dikarin lê cot bikin, ewjî wek yê dî qafik lê hene xwiyadikê ev, girjî di dema bûrîde hatiye avakirin lewma dema kû mirov axa wî, didê hev, qafik têde derdikevin û xwiya ye kû ev, şûnwarê bav û kalê mene. Li hêla roj avayî Gundê Hemzebegê newalek heye jêre dibêjin Eyşbetal, li newala Eyşbetalê ji hêla başûr ve hin kevir û şikêr hene, lê ji hêla bakur ve, latên mezin û tehtin mezin hene dema kû mirov diçe nav wa, hinek tirs bi mirovre çêdibê, yanî (saw mirov digrê)di dema berê de, carne kale mêrê  gund digotin ecinî li Eyşbetalê hene, lê tucarî kesî nedigot va, min ecinîk li newala Eyşbetalê dîtiye.
Li hêla bakurî Gundê Hemzebegê hin ciyê  dî hene wek; çil kanîk, çil kanîk di dema bûrîde kesî ne dikarî têre herê, hemî qeram û çîtikbû, û av zank bûn û  kaniya keçikê û kaniya şerebiya û ave, tehlê û gêç. û li  hêla roj  ava li serê çiyê dara keçikê heye ewjî çîrokek wê dîrokî di dîroka wê deverê de heye, ji dara keçikê û başûrde dara kurikê rewal heye. Bajarê kurikê rewal û dara kurikê rewal ev, herdû dikevin pişta çiyê ew, ji gundê Hemzebehê ve xwiya nakin.
Gora Nayfê koçer li  bin  dara keçikê ye, dema ku mirov li binê darê disekinê û lidoraxwe dinêrê, nexasim li, hêla başû ta çvê mirov difitirinê mirov dibînê, jiber ku di wê hêlêde cî, ji, wî, cî, bilintir nînin ji lema Nayf ji zarokê xwere gotiye min li, bin wê, darê veşêrin, lê mixabin îor ew, çiya hemî bûne bîrê betrolê. lê tiştê baş ewe, ku ji sala 1999 an, de,  hikumetê dest biçandiniya dara li dorman dorê çiyê kiriye û A, niha hin jiwa dara baş mezin bûne, jiber ku hikumet nahêlê sewal  herê çiyê.
Lê ka em vegerin ser wan ciyê kû me, got:
Ew, xwiyane yek jê ave, tehil, ev, kanîkbû ava, wê,  diherikî ta, berî çend sala lê, ava, wê, neditate vexwarin,tehlbû û mirov nikarî bû wê, vexwin lê, îro, ew, avjî nemaye. Yadî kaniya şerabiya ava, wê, tim diherikî lê, îor, ava, wêjî kêm bûye û ez, bawerim kû salne ava wê diçikê, (ziwadibê)  li hêla roj avayî kaniya şerabiya gorek hebû jêre digotin gora seyd mehmûd, xelkê wan Gunda digotin ev, ocaxe û tim paçikê kesik pêve dikirin lê di, van salê dawî de, hina ew, gor vekiriye, hin dibêjin we, xizînebû. Yadî kaniya keçikê ew, hîn ava wê, heye û ava wê, gelek xweşe. Tehtek dî li bakurê gund heye jêre dibêjin tehta conî, û bi rastî jî ew, teht wek conîkî têde heye, ev, coniyê kû di dema berêde, danê xwe têde dikutan. Û du kaniyê evê li herdû kêlekê Gund hebûn, yek jêre digotin:
kaniya jina ew, li, roj hilatî Gund bû û pîrekê Gund ava xweya vexwarinê ji wê, kaniyê tanîn, ew, bi gund ve, bû û ava wê, kaniyê gelek xweşbû  û nexasim ji çayêre ava wê, ji tehtê derdiket. û yadî jêre digotin kaniya mêra, ev, kanî zilamê gund subiha zû, diçûn li, ser wê, xwe pêk tanîn û nimêja xwe dikirin ew, kanî geleg sipehî hatibû reqifandin, ava wê, diherikî û masîjî têde hebûn û hin kevirê pehinjî li dora wê, hebûn zimala li ser wa, nimêjdikirn lê, mixabin îro ev, herdû kanî ziwabûne (çêkane), Gundê Hemzebegê ji wa Gundê kû di salên pênciya de, li ber xwedane û her malekî ji xwere tovê çend çiwal erd ji Nayfê koçer sitandin di rêya hikûmetêre. Wek kû ji minre hatiye gotin: Di, wê, demêde Nayf gelek zilm û zor li Hemzebegiya kiriye lê Gundiya bi yekîtiya xwe ew, yek jêre nehijtin û erd ji xwere jê standin. û Hemzebeg Gundê yekimînbû kû  di wê, demê de, erd ji Nayfê  sitandin, lê wek hemî axa û begê kurda Nayf jî gelek zilim û zor li xelkê Hemzebegê dikir. Carne kû karê wî, bi, Gundiya heba wek girtina qulê mişka, yan paleyî,zadê wî û her karê wê, demê. Nayf xulamê xwe dişande, gund û jêre digot:
Here Himamokiya bîne. Wê yê xulam berê xwe bida gund, lê beriya kû ew, bigiha gund wê, bakira Himamokîno fecir jiwe, bihûrî rabin ser xwe, ta, kû yê xulam digiha gund, wek eskerê bi kevê istinfarê de, gundî hemî ji malê xwe der diketin ta kû xulamê Naîf digiha cem wa, wê, ji ware bigota:
Nayf gotiye: ber herin qulê mişka li nav erdêmin bigrin, yan ber herin paleyîyê û bi vîrengî çi, karê heba, Nayf, xulamê xwe dişandin pay zilamê Hemzebegiya.
Naîf  ta bi rûn û hêk û tepika ji xelkê Hemzebegê distandin.
Yek ji zilma wî,evbû. Carekî kurê mehmûdê Emo miribû bi nexweşiya sorika, mehmûd ji xelkê Hemzebgêye û gundî hemî li ser gora ne, wê, wî, tifalî veşêrin, gundiya haj xwe nîne dîtina wa, dîtî  xulamê Nayf di, nav wade sekinî. yê xulam go: kuro Hemzebegîno bê ku bêjê serê we, saxbê yan bi berdilê xwediyê mirîve herê,go: Naîf gotiye.? Ber werin qulê mişka bigrin, mişka zadê me, hemî xwar.
Gudiya gote:
Xulamê Nayf emê vî, zarokî veşêrin û emê werin. Yê xulam go:
Na, divê hûn  biminre werin û ber pîrekê gund lawik veşêrin.!!! Wa zimala dev ji wî tifalî berda bê ku veşêrin û dane pey xulamê Naîf.
 Piştî ku zilama  terimê wî zarokî li erdê hiştin bê ku veşêrin,   pîreka çûye ew, tifal veşartine.!!!!???
                       

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mixabin, ji bo vê nûçeyê şîrove ne çalak e.