Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Gotina Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê di bîranîna roja rojnamevaniya Kurdî de

 


   Di roja 22 ê Nîsana sala 2008an de, 110 sal di ser weþana yekemîn rojnameya kurdî(KURDISTAN) re derbas dibin. Ev rojname stêrka pêþî bû ku rê li ber rojnamevaniya kurdî ronî kiriye.
   Rojnamevaniya kurî li Sûriyê jî li ber vê roniyê pêkên pêþî avêtine, lê mixabin ta îro roj jî ew di rewþeke zor û dijwar de û di bin merc û hoyên awarte de dijî. Ev yeka jî ziyanê dighîne ziman, çand û civaka kurdî.


   Bi navê Kovrên kurdî li Sûriyê em dozê li nivîskar û rewþenbîrên xwe dikin ku ew ziman, wêje û kultûra xwe biparêzin, herweha jî dozê li rêjîma welêt dikin ku zimanê kurdî bi rêdaneke mîrî serfiraz û azad bibe û rê bide ku zimanê me di çerxa xwe ya durust de bigere.
  Bi vê bûneyê, em pîrozbahiya rojnamevan, rewþenbîr, helbestvan, hunermend û nivîskarên gelê xwe dikin. Bi hêvî ne ku ew li pirsa ziman û çanda xwe xwedî derkevin û parastina mafên serbestî û serfiraziya rojnamevaniya kurdî bikin.
   Di vî warî de, em çilsaliya kovara Gulistan pîroz dikin, hêvîdar in ku her ew bimîne stêreke geþ û ronak di asîmanê wêjeya kurdî de, herweha jî em derçûna kovara ZAR pîroz dikin, hêviya serketin û berdewamiyê jê re dikin û wê weku endam di nav koma kovarên kurdî de li Sûriyê dipejirînin.
*Silav û rêz ji giyanê rêberê rojnamevaniya kurdî  Mîr Miqdad Midhet re.
*Silav û rêz ji bo hemî kes û aliyên di ber rastî û peyva azad de kar û xebatê dikin.

10.04.2008 Z- 2620 K

Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê



 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark