Bi xemgînî min nûçeya koçkirina birayê we yê rêzdar Ebdilrehman ji jiyanê bihîst, bila serê we sax be, aramê û bihneke fereh ji we re hêvî dikim, ji wî re jî cihekî nazik û rihet.
Kobanî: 4-8-2011
-----------
Mamusta Ahmed Huseynî
Kek Seîd Rêzanî û malbata Huseynî
Birayên rêzdar û xweşevîst
Di berxwedana xwe ya dijwar û dirêj a lihember nexweşî, desttengî û çewisandinê de birayê me Ebdulrehman Huseynî vîn û mêrxasiyeke bêhempa diyarkir. Wî nimûneya meruvê merd û bêhnfireh, û kurdê netewperwer nîşan da. Jibo zarokên xwe yên biçûk Ebdulrehman bavekî dilovan bû. Ew birayekî dilpak û dirust bû û ji bal hemû nas û dostan rêzdar û heskirî bû.
Koçdawiya Ebdulrehman gellekî zû bû û ji gelê kurd re û ji me hemuyan re xisareke gewre ye. Em gelekî bi koçdawiya Ebdulrehman xemgîn in û şîniya we bi we re, malbat, zarok û hevjîna wî re, parve dikin. Em hêvîdarin bêhna we fireh be û ev dawiya derdên we be.
Bila serê we û gelê kurd sax be û cihê birayê me Ebdulrehman buhişt be.
Hezar silav li giyanê pakê Ebdulrehman Huseynî be û ewê her di dilê me de bimîne.
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê – Rêxistina Ewropa
2011-08-03
----------
Ser saxî
Malbata HUSEYNÎ
Helbestvan EHMED HUSEYNÎ
Bi dilekî xemgîn û kovan me koçbûna xwidê jê razî hinermend û rewşenbîrê KURD EBD ELRIHMAN HUSEYNÎ bihîst
Bere serê we saxbê û xwidê sebir û aramê ji were çêbikê ûcihê wî bikê bihişt
Helbestvan û nivîskar LAZGÎN DÊRÛNÎ
Lazgin60@gmail.com